ErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Hişyariya Rêxistina Xaça Sor a Cîhanê derbarê rewşa aloz a mirovî li Yemenê

Berdevkê Rêxistina Xaça Sor a Cîhanê li Yemenê, Ednan Hezam roja Yekşemiyê li gotûbêja bi kanala têlêvîziyoniya El Meyadînê rewşa aborî li Yemenê aloz û xera da zanîn û got: Bi miliyon kesî li vî welatî hewcedarê alîkariyên mirovdostane ne.

Erebistanê bi piştgirîya Amerîka, Imarat û çend welatên din ji 26`ê Adara sala 2015`ê va dest bi êrişa ser Yemenê kirîye û bi awayekî hevgav ev welata ji hêlên bejayî, deryayî û hewayî dorpêç kirîye. Di encama vê zorbêjîyê de heta niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştinê û bi dehan hezar kes jî birîndar û bi milyonan kes jî aware bûne.

Ji ber şerxwaziya Erebistan û hevpeymanên wî welatî dijî Yemenê ku ji meha Adara sala 2015an va dest pê bûye, heta niha bi dehan hezar kes hatine kuştin û birîndar bûne û bi miliyonan kesî jî mal û warê xwe ji dest dane.

Rêjîma Siûdî û hevpeymanên vî welatî heta niha ji ber Berxwedana gelê yemenê nekarîne ku tu yek ji armancên xwe li vî welatî (Desthilatdarkirina kirêgirtiyên xwe ) bi dest bixin.

Ji ber destdirêjiya leşkerî ya Erebistanê, welatê belengzû reben ê Yemenê tûşî kêmbûn derman û xwarekê bûye.

Başa dön tuşu