EfrîqaMafên MirovanNûçe

Li kampa penaberan ya li ‪Nîjeryayê‬ nexweşî û birçîbûn zêdetir dibe

Rêxistina Bijîşkên Sînornenas (MSF) ragihandin ku li kampa penaberan ya li Nijeryayê asta nexweşî û birçîbûnê gihiştiye pileyeke metirsîdar. Li kampê her roj bi dehan kes ji tî û birçîna jiyana xwe ji dest didin.

Bi hezaran penaberên ku ji ber terorîstên Boko Haramê direvin li Nijeryayê li parêzgeha Bornoyê li kampa Bama ya penaberan dimînin. MSF ya ku alikariya mirovî dibe kampê bi daxuyaniyeke çapemeniyê derbarê rewşa penaberan de agahî da. Li gorî daxuyaniya MSFê li kampê 24 hezar mirov hene ku 15 hezar ji wan zarok in. Di kampê de asta birçîbûnê û nexweşiyan gihiştiye pileyeke metirsîdar û gelek kes ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest didin.

Li gorî agahiyên MSFê wan heta niha 800 zarok muayene kirine û gelek ji wan li ber mirinê ne.
Hate ragihandin ku tenê di vê meha dawî de hejmarek mezin ji wan zarok 188 kesan jiyana xwe ji dest dan. Sedemên sereke ya mirinan jî nexweşiya diarre û tî bûn in. Hate gotin ku sala par hezar û 233 kesan jiyana xwe ji dest dan ku 480 ji wan zarok bûn. Li kampê bo zarokan her roj gorên nû tê kolandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu