ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Îranê bi serfirazî li bara mijarên navokî gotûbêj kir

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Komara islamî ya Îranê bi serfirazî li bara mijarên navokî tev welatên Koma 5+1`ê gotûbêj kir.

Wezîrê karên derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf roja çarşemiyê, 13`ê Tîrmeha 2016`an, li hevpeyivîna ligel ajansa nûçeyan a fars News`ê, bi gotina viya ku Îranê rexneyên xwe li kiryarên Amerîkayê piştî cihanîna Lihevkirina navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştaslî ya Pêngava Hevpar hene û bi zelalî rexneyên xwe hilêxistine, her wiha got: Gişt welatên cîhanê li ser vê bawerê ne ku Komara Islamî ya Îranê li gotûbêjên navokî karî mafên xwe biselimîne û dawî li biryarnameyên Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û boykotên zalimane bîne.

Wezîrê karên derve yê Îranê li bara deskeftên lihevkirina navokî jî got: Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar encama lihevkirn û gotûbêjên aliyên cûrbicûr bû ku gişt helwsêtên aliyekî nagire ber xwe lê helwêstên giştan digire ber xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu