NûçeEfrîqaRojhilatanavin

Şoreşa Kanûnê; Sûdanî dibêjin divê artêş wêde here

Xelkê Sûdanê li Xartûm, paytext û bajarên din ên vî welatî beşdarî xwenîşandaneka miliyonî ya bi boneya gihîştina çaremîn salvegera Şoreşa Kanûnê bûn.

Şoreşa Kanûnê ya xelkê Sûdanê di 19’ê Kanûna sala 2019’an de li bajarên curbicur ên vî welatî bû sedema wêdeçûna desthilatdariya Umer el Beşîr, serokomarê wê demê yê Sûdanê.

Bi miliyonan xelkê Sûdanê bi taybet xortên vî welatî berêvariya Duşemiyê beşdarî xwenîşandana Şoreşa Kanûnê li Xartûmê bûn û careka din li ser cihatina xwestekên xwe ji bo serêxwegirtina hikûmeta medenî û demokratîk pêgîrî kirin.

Xwenîşanderan herwiha bi redkirina hevhatinnameya Çarçoveya Siyasî ya Sûdanê ku vê dawiyê di navbera rayedarên leşkerî û koma Azadî û Guherînê ya vî welatî li Xartûmê hat îmzekirin, li ser derketina vebirr a artêşê ji hikûmetê pêgîrî kirin.

Hevhatinnameya Çarçoveya Siyasî ji bo 2 salan hatiye amadekirin ku bi kivşkirina serokwezîrê Sûdanê dest pê dibe û bi lidarxistina hilbijartina gelanî jî bi dawî tê.

Hejmarek ji xwenîşanderên sûdanî li Xartûmê, nûçegîhanê Iran Press’ê re gotin, xelkê Sûdanê wê heta serêxwegirtina xwestekên xwe xwenîşandanan bidomînin.

Başa dön tuşu