Spasiya Rêberê giranqedr ê Cihana Îslamî ji hewldanên dewletê û sekinîna ser çalakiya li hemî waran
Hezretê ayetullah Xamineyî roja çarşemiyê li hevdîtina tev serokê Komara Îslamî ya Îranê û taxima dewletê ku bi munasibeta “heftiya dewletê“ cih hat, tevî spasiya ji hewldanên dewleta yazdan xalên giring li bara meselên niha û pêeşroja Îranê xistin rojevê.
Wî bala xwe da ser mijarên giring ên mîna aboriya berxwedanê û siyaseta derve û ser helwestên aktîv li siyaseta derve sekinî.
Rêberê giranqedr ê inqilabê tekez kir ku li meselên navçê ku pir aloz û lihevaliyayî ne divê pir bi diqet û hişyarî û bi çalakî û bibandor bikevin meydanê.
Wî li bara hereketa ilmî ya Îranê li salên vê dawiyê pêşketinên li beşên esmanî, nano, navokî, û teknolojiya jîngehê ji pêkanîna dîskorsa liv û tevgera ilmî û tevgera nermalavê li 12 salên buhurî dan zanîn û destnîşan kir li warê aboriya berxwedanê jî divê gotûbêj û dîskorseke wiha li nav civakê pêk were.
Hezretê Ayetullah Xamineyî li beşeke din ji gotinên xwe destnîşan kir ku divê ji bêsoziya Emerîkayê li mesela rêketinnama navokî dersê hîn bibin. Ev tecrube û ezmûna hînî me dike ku em nikarin baweriyê bi ti dewleteke Emerîkayê re bînin û nabe li hember soz û qirarên wan zûka bikevin tevger û pratîkê.
Heftiya Dewletê, mecalek jibo spasiya ji hewldana rayedarên dewletê li warên curbicur ên aborî ilmî û çandî û her wiha nirxandina karnameya siyaseta derve ye. Ev beş jixwe hasila hewldana dewleta yazdan e.
Tiştê ku Rêberê giranqedr ê Inqilabê jibo rayedarên dewletê xist rojevê herçend ku weke behsên berfireh hatin hilêxistin lê nîşan dide ku dewleta yazdan li sê salan xebata xwe kariye pêngavên bilind hilîne ku destkevtên wê pir giring in.
Hewldana dewleta yazdan li warê aborî ji ber asta pirsgirêkên ji ber boykotan hêjayî spasdariyê ye. Dewleta yazdan li warê siyaseta derve jî bi hewldan û viyan û micidiya saziya dîplomatîk karî ku piraniya gefan ji Îranê dûr bixe û wan bike derfetek jibo hevkariya siyasî û bandora erênî li meselên navçê.
Lê mijarên berfireh ên ku rêberê giranqedr ê inqilabê li bara her yek ji wan hewldanan xist rojevê nîşan dide ku nabe rayedarên dewletê bi tiştê ku heya niha bidest xistine qayîl bibin jiber ku îrorojê çawa ku rêberê giranqedr jî destnîaşn kir divê li hemî waran û li bara hemî reftarên dijmina hestyar bin. Ji ber bêsoziya ku li mesela rêketinnama navokî ji aliyê himber hat dîtin pêngavên xurt û bawerpêkirî werin rakirin.Ji ber viya ye ku rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî bala xwe daye ser mijara ewlehiyê, xurtkirin û pergalkirina beşa îmaknên berevaniyê yên Îranê û ew ji hokarên giring li pêkanîna mertala ewlehiyê daye zanînê û got: Dijmin ji ber zêdebûna hêza berevanî û mûşekî ya Îranê bifukar e loma divê destekê bidine zêdekirina hêza berevaniyê û piştgiriyê bidinê. Ewlehî bingeha rawestana li ber van gefan e ku tim li dû derfetê jibo derbelêxistina li welêt e. Bi wateyek din, hestyariya rewşa niha ya Îranê anegorî çend salên derbasbûyî ne tenê kêmtir nine belkî hin caran ji ber guherîna reftara dijminan ku li dervey Îranê û li warê ewlehiya komî li navçê tam diyar e, zêdetir ji berê ye.
Gotinên rêberê giranqedr ê Inqilabê li hevdîtina tev rayedarên dewletê nihêrîneke kûr ser van hemî meselan, tevî spasiya ji hewldanên dewleta yazdan e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)