ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Berteka Têhranê li hemberî ketina terorîstan ji nav axa Herêma Kurdistana Iraqê nav axa Îranê

Konsûlxaneya Îranê li Hewlêrê êvara duh sêşemê nerezamendiya xwe li hemberî ketina terorîstan ji nav axa Herêma Kurdistana Iraqê bo nav axa Îranê nîşan da.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, taxima Konsûlxaneya Îranê li Hewlêrê bi serokatiya Borhanî karzanê derecebilinde konsûlxanê li hevdîtina tev berpirsên nivîsgeha peywendiyên derveye Herêma Kurdistana Iraqê bi teslîmkirina nameyekê nerezamendiya Têhranê li ser liv û tevgerên vê dûmahîkê yên terorîstan li sînorên Îranê tev vê herêmê bi fermî ragihandin.

Gor vê raporê, Taxima îranî li vê hevdîtinê ser heqê hêzên çekdare Îranê bona berevaniya qanûnî ji axa welêt û sekinîna li hemberî her cure gefek hate destnîşan kirin.

Sîham Mamend ji berpirsên nivîsgeha peywendiyên derveye Herêma Kurdistana Iraqê jî li vê hevdîtinê bal kişande ser îradeya Hewlêrê bona qahîmkirin û berfirehkirina peywendiyên tev Îranê ragihand: Herêma Kurdistana Iraqê îznê nade ku peyewndiyên erênî yên navbera Hewlêr û Têhranê têkeve ber tesîra van cure liv û tevgeran.

Sîham Mamend bilî diyarkirina nerezamendiya xwe li hemberî rûdawên vê dûmahîkê li sînorên Herêma Kurdistana Iraqê tev Îranê ragihand ku Hewlêr berjewendiyên xwe ji ber tu grûp û aliyekê navêje ber xeterê.

Vê dûmahîkê çend grûpên terorîstî dixwestin ji Hrêma Kurdistana Iraqê bikevine nav axa îranê û dest bi karên terorîstî bikin ku bi destê hêzên ewlehiya Komara îslamî ya Îranê jinav çûn.

Başa dön tuşu