FilistînNûçeRojhilatanavinSûriye

Sûriyê, çend mûşek ku şeva borî ji aliyê rejîma siyonîst ber bi Sûriyê hatibû avêtin ji nav birin

Medya fermî ya Sûriyê (SANA) radighand, Rejîma Îsrailê Şam bi mûşekan kiriye armanc û sîstema berevaniya asmanî ew mûşek jinav birin e.

Ajansa Fermî ya Sûriyê SANA li ser zarê çavkaniyek leşkerî ya Sûrîyê ragihand, şeva borî rejîma Îsrailê Şam bi çend mûşekan kiriye armanc û sîstema berevaniya asmanî ya Sûriyê ew mûşek jinavbirine.

Ji aliyê din ve jî medya Rejîma SIyonîstî îdia kirine ku wan pêgehên Îranê li devera Kiswê ya başûrê rojavayê Şamê kiriye armanc.

Heta niha ti zanyarî li ser ziyanên canî û madî nehatine belav kirin.

Beriya niha jî Rejîma SIyonîstî çendîn caran ji bo piştgiriya ji terorîstan li Sûriyê bi balafiran û mûşekan êrişî ser axa vî welatî kiribû.

Başa dön tuşu