IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞ`ê 191 welatiyên iraqî li Mûsilê kuştin

Çavkaniyên nûçeyan ên iraqê ragihandin ku grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê dîsa 191 kesên sivîl ku dil hebûn ji destê van terorîstan birevin kuştin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, rayedarekî ewlehiyê yê Iraqê îro duşemê ragihand ku li gorî belgeyên ber dest 170 welatiyên sivîl ku dil hebûne ji navça El-Iqtisadîn a Mûsilê birevin, terorîstên DAIŞ`ê ewna girtine û bi rewşekî nemirovane kuştine.

Vî rayedarekî ewlehiyê yê Iraqê herwisa ragihand ku 21 kesên din  jî ku tev terorîstan peyman girênedabûn û  dixwestin ji navça El-Sûre li rojhilata Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê birevin, hatine girtin û ewna jî hatine kuştin.

Li gorî nûçeyekî din, 36 welatiyên din ên Mûsilê jî li pişka rojhilata vî bajarî ji aliyê terorîstên DAIŞ`ê va hatine gullehbarankirin.

Navenda propagandaya şêrr a fermandetiya operasiyona azadkirina Nêynewayê ji destê terorîstên DAIŞ`ê hevçax du nexşeyên nû ji şerê dijî DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê belav kirine ku nîşan dide terorîst li vê navçê û derûdora mizgefta Nûrî, li hemberî hêzên iraqî li ber xwe didin û şerekî giran li vê navçê berdewam e.

Li gorî van du nexşeyên belavbûyî, sedî 60`ê navçên rojavaya Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê hatiye azadkirin û niha hewil tê dayîn ku navçeya Mûsila Kevin jî ji destê terorîstan azad bibe li halê ku terorîstan li vê navçê xelkê sivîl dorpêç kirine û xelkê wekî mertala mirovî bi kar tînin.

Başa dön tuşu