ErebîstanNûçeRojhilatanavinSûriye

Sûriye: Erebistan û Tirkiye, bidestxistina çekên kîmyewî ji aliyê têrorîstan hêsan dikin

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a SANA`yê, Bişar Ceferî, nûnerê hertimî yê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) li civîna fermî ya şêwirînê li bara kar û barên li ser bicihatina biryarnama 1540`an a sala 2004`an li bara çekên komkujiyê, ragihand ku hin pirsgirêkên vê biryarnameyê hene û komên çekdar van pirsgirêkan bi kar tînin û hewl didin ku çekên komkujiyê bi dest bêxin.

Wî herwiha got: Binpêkirina xeternak a biryarnama 1540`an ji aliyê komên çekdar ku bi caran madeyên kîmyewî dijî leşker û xelkê Sûriyê bi kar anîne, bi caran qewimiye û ev yeka bi piştgiriya hin dewletên erebî û navçeyî û hevdestiya sîstima istixbaratî ya hin welatên bihêz li navçê, cih tê.

Nûnerê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekgirtî, careka din ji Konseya Ewlehiyê xwest ku pêşiya vê yekê bigire ku grûpên têrorîst li Sûriyê çekên kîmyewî bi dest bînin û piştgirên wan yanî Tirkiye û Erebistanê bêxin bin pirsan.

Nûnerê Sûriyê li NY, ragihand, têrorîst li 13`ê Hezîrana sala 2016`an li navçeya Hewş El-Farê ku ketiye Domayê li rîfa rojavayî ya Şamê, bombeyên bidestçêkirî bi kar anîne ku madeyên kîmyewî di wan de hebûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu