FilistînNûçeRojhilatanavinSûriye

SURÎYÊ: “Quds ya tevahiya misilmanan e”

Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê destnîşan kir: “Şerê li Sûriyê û piştevaniya Amerîka û Israîlê ji têrorîstan bi armanca xalifandina raya giştî ya welatan ji mijara Fiolistînê û amadekirna rewşê ji bo dayîna biryaran li dijî Qudsê bûye“.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê, Fêysel Miqdad roja Îniyê li hevpûeyivîna bi kanala Al Alamê ra got: “Gelên ereb û îslamî divê bi hêsanî dest ji dewama berxwedana xwe nekişînin, ji ber ku heke gelê Sûriyê ji têkoşîna dijî têrorîstan bêhêvî vbibûuya, dê serketinan serê xwe negirtana“.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê got: “Sûriye berevaniya ji mijara Filistînê kiriye bîrdoziya xwe û li warê leşkerî û çandî jî wê wek mijara xwe ya sereke dibîne“.

Fêysel Miqdad her wiha got: “Gelê Sûriyê ji biryarên xwe yên filistînî li bajarê dagirkirî yê Qudsê û kesên ku li nav umeta erebî û welatên îslamî û cîhanê bi filistîniyan ra hevgirtina xwe diyar kirine, dibêje ku ew dê hertim li kêleka gelê Filsitînê bin û berxwedan û rawestana wan ji bo maf û edalet û bidawîanîna komployên parçekirinê li navçeyê dê bi ser keve.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê destnîşan kir: `1`Dema ku Sûriyê şerê dijî komên têrorîst dikir û li hemberî komployên welatên rojavayî bi taybet Amerîka û Israîlê li ber xwe dida, ji ber piştevaniya ji Qudsê bû; Ji ber ku evna dizanin ku rola Sûriyê hertim girîng bûye“.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê got: “Quds ya tevahiya misilmanan e û bi berxwedana filistîniyan û welatên îslamî, dê siyonîst jî tûşî têkçûnê bên“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu