NûçeRojhilatanavinSûriye

Sûriye: Serketina Helebê rê li ber serêxwegirtina xewna şeytanî ya welatên rojavayî girt

Cîgirê wezîrê karên derve yê Sûriyê got: Her çiqas ku pişta komên çekdar li Sûriyê were girtin, dîsa jî Sûriye dê serketiyê dawî be û serketina Helebê qonaxek berî serêxwegirtina xewnên nexweş û şeytanî yê welatên rojavayî ye.

Li gorî rapora ISNA`yê, Fêysel Mêqdad cîgirê wezîrê karên derve yê Sûriyê li hevpeyivîna digel kanala El Minarê destnîşan kir: Welatên rojavayî û komên têrorîst bi awayekî taybet bala xwe dane ser Helebê da ku wî bajarî wek navendek ji bo berfirekirina bandora xwe li deverên din ên Sûriyê bi kar bînin û bi vî awayî Sûriye û hemî navçeyê teslîmî komployên welatên rojavayî û berzefirrînên Tikriyê bikin.

Cîgirê wezîrê karên derve yê Sûriyê di dewamê da bi bîr xist ku dewleta Sûriyê ji gotûbêjêîn sûriyan bêyî destwerdana biyaniyan û bêyî pêşmercan pêşwaziyê dike û bi bawer e ku divê ev gotûbêj di her demeke mimikin da dest pê bibin; Lê digel komên ku li nav axa Sûriyê ne û bi navbeynkariya komên bêalî û serbixwe. Sûriye ji hemî planên ku qeyranê çareser dike, pêşwaziyê dike.

Li bara peywendiyên digel Tirkiyê jî Mêqdadî got: Şaşitiya ku Sûriyê li peywendiyên xwe digel Tirkiyê pêk anî, eva bû ku sînorên xwe li ser wan vekir û got ku em rêzê li gelê Tirkiyê wek dost û bira digirin. Lê li hemberî viya bersiva Tirkiyê komploya li dijî Sûriyê û rijandina xwîna gelê bêguneh û hevpeymaniya digel DAIŞ û Cebheya Nusreyê ji bo rojandina xwîna gelê Sûriyê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu