NûçeRojhilatanavinSûriye

El Muelim: Îdiaya Îsraîlê ya li ser hebûna bargehên Îranê li Sûriyê, derew e

Wezîrê karên derve yê Sûriyê, ragihand: Hêzên misteşarî yên Îranê li ser vexwendina Sûriyê hatine vî welatî û hebûna wan tam qanûnî ye û axiftinên ku li bara hebûna hêz û bargehên Îranê têne kirin, gotinên siyonîstan û tam derew in.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a FARS`ê, Welîd Muelim, wezîrê karên derve yê Sûriyê, îro şemiyê, li civîneka çapemeniyê, bal kişand ser vê yekê ku divê em sipasiya gel û berpirsên Îranê bikin ku ji destpêkê va li hember terorîsmê, li rex Sûriyê bûn û herwiha got: Berovajî hebûna neqanûnî ya Amerîka û Tirkiyê li Sûriyê, hebûna Îranê li Sûriyê, tam qanûnî ye.

Bnyamîn Netanyahû, serokwezîrê Rejîma Siyonîst, çarşemiyê 23`ê Gulanê ya sala 2018`an, bi dubarekirina îdiayên xwe yên hertimî dijî Komara Îslamî ya Îranê, got: Îsraîl wê îzn nede Îranê ku li Sûriyê bargeha leşkerî damezirîne.

Rejîma Siyonîst pirr dilgirana şikestxwerina terorîstan li Sûriyê ye. Artêşa Sûriyê, di van mehên vê dawiyê de, derbeyên giran li terorîstan xistiye.

Qeyrana li Sûriyê ji sala 2011`an ve bi êrişa berfireh a komên terorîstên ku Amerîka, Erebistan û hevgirtiyên wan pişta wan digirtin, ji bo guhertina mijarên li navçê li ser qazanca Rejîma Siyonîst, destpê bû.

Başa dön tuşu