NûçeRojhilatanavinSûriye

Sûriye: Terorîstan çekên kîmyewî ji Tirkiye anîne

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Welîd Muelim tawanbarkirinên li dijî Şamê red kirin û êrîşa Idlibê şermezar kir û ragihand ku “Terorîstên DAIŞ û El Nusrayê çekên kîmyewî ji Tirkiye û Iraqê anîne”.

Muelimî diyar kir ku çekên kîmyewî ji Tirkiye û Iraqê hatine anîne û Şamê di vê mijarê de Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) agahdar kiriye.

Rayedarên Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyeyê roja sêşemê îdia kiribû ku êrîşeke kîmyewî ki navçeya Xan Şeyxûnê ya bajarê Idlibê pêk hatiye. Di daxuyaniyê de hatibû gotin ku êrîş ji aliyê Artêşa Sûriyeyê ve pêk hatiye û 80 kes hatine kuştin û 200 kes birîndar bûne.

Rayedarên leşkerî yê Sûriyeyê diyar kiribû tawanbarkirina bi bikaranîna çekên kîmyewî li Idlibê de derew in. Çavkaniya ku bi Sputnikê re diyar kiribû ku “dibe ev îdia beşek ji propagndayekê li dijî Artêşa Sûriyeyê be.”

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Welîd Muelim îro pêncşemê teqez kir ku Hêzên Hikûmeta Sûriyeyê çekên kîmyewî ne tenê li dijî sivîlan, lê qet li dijî terorîstan jî bi kar neanîne.

Muelîmî wiha got, “Ez careke din teqez dikim ku artêşa me ticarî çekên kîmyewî bi kar neanîne û dê bi kar neyêne jî…ne tenê ki dijî sivîlan…lê herwiha li dijî terorîstan jî ku bi bombeyên xwe yên hawinê êrîşî sivîlan dikin”.

Başa dön tuşu