LubnanNûçeRojhilatanavinSûriye

Sûriyê xwest bila Konseya Ewlekariya Navneteweyî li bara Golanê civînekê li dar xîne

Sûriyê duh êvarê ji Konseya Ewlekariya Navneteweyî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest ku bila ser girên Golanê ên dagîrbûyî ji aliyê Îsraîlê ve rûniştineke awarte li dar xîne.

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump pêncşemê 21 Adarê li rûpela xwe ta Twitterê nivîsî: ‘Dema wê yekê hatiye Amerîka desthilata Îsraîlê ya li ser Girên Golanê nas bike’. Ev biryara wî rastî bertekên tund ji aliyê welat û rêxistinên navneteweyî hat. her divê çarçovê de Trump duşemê 25 Adarê terseyê qanûnên navneteweyî û li dijî biryarnamên Konseya Ewlehiyê ya NY, li cem serokwezîrê Rejîma Siyonîstî Benyamîn Netanyahu biryarnama bifermînaskirina deshilata Îsraîlê ser Golanê îmza kir. 

Sûriyê duh êvarê li berteka vê kiryara Trump ji Konseya Ewlekariya Navneteweyî ya NY xwest ku bila ev Konseya ser girên Golanê ên dagîrbûyî ji aliyê Îsraîlê ve rûniştineke awarte li dar xîne.

5 welatên Ewropayê yên endam di Konseya Ewlekariya Navnetewî ya NY de anku Brîtanya,Fransa, Almanya, Polaneda û Belçîkayê biryara Serokomarê Amerîkayê Donald Trump derbarê serweriya Îsraîlê li ser Girên Golanê red kirin û di daxuyaniyeke hevbeş de tekez kirin ku ev biryara Trump li dijî biryarên NY yên hejmar 242 û 497 ye û Girên Golanê axa Sûriyê ye û ji aliyê Îsraîlê ve hatiye dagîrkirin.

Başa dön tuşu