IraqNûçeRojhilatanavin

Berhem Salih; Emê tawanên DAiŞê bidin dadgeha navneteweyî

Li bajarê Bexdadê di koşka selamê ya serokkomartiya Êraqê de, Serokkomar Dr. Berhem Salih pêşwazî li rawêjkarê neteweyên yekbuyî yê karûbarên tîma lêkolîna li ser tawanên DAIŞê  Kerîm Xan kir.

Di wê hevdîtina du qolî de, her du aliyan derbarê tawanên çekdarên DAIŞê bi awayekî berfereh gotûbêj kirin û Serokkomar belgehên tawanên DAIŞê pêşkêş bi dadgehên navneteweyî dikin.

Serokkoamrê Êraqê Dr. Berhem Salih tekez li ser wê yekê kir ku em bi lezgîn hewil didin ku belge û tiştên li ser kiryar û tawanên DAIŞê peyda bikin tako em bi zûhtirîn dem, pêşkêşî aliyên peywendîdar ên navneteweyî bikin û di serî de dadgeha tawanên navneteweyî.

Başa dön tuşu