Çend teqînên têrorîstî paytexta Iraqê hejandin

Ji ber teqînên têrorîstî li taxên cûrbicûr ên Bexdaya paytexta Iraqê bi dehan kes hatin kuştin an birîndar bûn.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara Islamî nasyar bi IRNA`yê ji zarê çavkaniyên nûçeyan ên iraqî, roja çarşemiyê, ji ber teqîna du bomban li başûrê Bexdayê herîkêm sê kes hatin kuştin û 13 kes birîndar bûn.
Ji ber teqîna bombekê li nêzikî bazareke xwecî li taxa Hey Amilê li başûrê rojavaya Bexdaylê jî du kes hatin kuştin û heft kes birîndar bûn.
Ji ber teqîneke din li taxa Hey Warê li bakûrê rojhilata Bexdayê kesek hat kuştin û şeş kes birîndar bûn.
Sibeha roja çarşemiyê, 13`ê Tîrmeha 2016`an, jî ji ber teqîna erebeyeke bombekirî li rawestgeha lêgerînê li taxa Husêyniyê li bakûrê Bexdayê 13 kes hatin kuştin û 32 kes birîndar bûn.
Iraq ji meha Hezîrana sala 2014`an va kete ber êrîşa koma têrorîst a DAIŞ`ê ku ji aliyê Tiorkiye û Erebistanê va tê piştgirîkirin. Di mehên vê dawiyê da artêş û hêzên gelanî yên Iraqê li şerê dijî vê koma têrorîst serketinên mezin bi dest xistine û gelek navçeyên stratijîk ji bin dagîrkeriya DAIŞ`ê rizgar kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)