IraqNûçeRojhilatanavin

Li Kerkûkê di nav du mehan de 29 terorîstên DAIŞê hatine girtin

Li Kerkûkê, komek çekdarên DAIŞê ji aliyê hêzên asayişê ve hatin girtin ku li dijî Pêşmerge şer kirine.

Berdevkê asayişa Kerkûkê Ferhad Heme Elî got, hêzên asayişê bi alîkariya hêzên polîs û di heyama 2 mehên borî de 90 gumanbar û tohmetbar girtine.

Ferhad Heme Elî her wiha got, di nav wan de 29 terorîstên DAIŞê hene ku li dijî Pêşmerge şer kirine.

Wî efserê asayişê da zanîn ku di nav wan girtiyan de, 23 kes bi gumana terorê hatine girtin, yên din jî ji ber sûcên din hatine girtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu