NûçeRojhilatanavinSûriye

Li Sûriyê helîkoptera şer a Rûsyayê ket: Her du pîlot mirin

Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku helîkoptereke rûsî ya KA-52 a şer dema ku li herêmên rojhilatê Sûriyeyê firînên xwe yên rûtîn ên plankirî pêk dianî, ketiye.

 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku du pîlotên di helîkopterê de bûn jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha hat ragihandin ku termên her du pîlotan hatine dîtin û bo baregeha hewayî ya rûsî hatine şandin.

Li gor daxuyaniyê tê texmînkirin ku ketina helîkopterê ji ber pirsgirêkeke teknîkî ye.

Başa dön tuşu