EwropaNûçe

Li Kanadayê metirsiya bombeyê: 19 hezar xwendekar hatin tehliye kirin

Li Kanadayê li herêma Prince Edwardê ji ber îxbara ku ji polîsan re hat kirin, 19 hezar xwendekarên ku di zêdetirî 60 dibistanan de dixwînin, hatin tehliye kirin.

Navenda Nûçeyan — Berdevkê Şaxa Prince Edward Island (PEI) a girêdayî Polîsên Siwar ên Qraliyeta Kanadayê Sherry MacDougall daxuyand ku hemû dibistanên li eyaletê hatine vala kirin. Berdevk ê ku naveroka îxbara bombeyê parve nekir, diyar kir ku xwendekar sewqê qadên bi ewle hatine kirin û radestî malbatên wan hatine kirin.

Di daxuyaniya Rêveberiya Dibistanên Eyaleta PEIyê de jî hat gotin ku 19 hezar xwendekarên li dibistanên tevahiyê eyaletê perwerde dibin, bi awayekî ewle hatine tehliye kirin. Zanîngeha Prince Edward Island jî diyar kir ku hemû kampus hatine valakirin û girtin.

Ji aliyê din ve ji ber metirsiya bombeyê dibistanên bajarên Halifax û Sydney ên girêdayî eyaleta Nova Scotiayê jî hatin vala kirin. Rayedaran diyar kirin ku li ser îxbarên bombeyan li her du eyaletan jî heta niha tu kes nehatiye girtin.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau yê ku ji ber civînên Lijneya Giştî ya NY li New Yorkê bû, vegeriya Ottawayê û diyar kir ku rewş di bin kontrola wan de ye.

Li gel vê yekê rayedaran dest nîşan kirin ku ew li eyaleta Prince Edward Islandê yek bi yek li hemû dibistanan digerin lê heta niha rastî tu pakêteke bi guman an jî madeyeke teqînê nehatine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu