NûçeRojhilatanavinSûriye

Talan û diziya li Efrînê bêrawestan didome

Çavkaniyên herêmî yên Efrînê radigihînin ku dizî û talana li Efrînê ku ketiye kontrola grûpên çekdar û artêşa Tirkiyeyê bêrawestan didome û hem jî aliyê aborî ve hem jî siyasî ve fişarên giran li xelkê têne kirin.

Çavkanî radigihînin ku rewşa Efrînê piştî dagirkirinê di warê aborî de jî hatiye têkdan û çekdarên bi ser Tirkiyeyê bacê ji xelkê distînin.Herwiha heman çavkanî diyar dikin ku roja sêşemê 26ê Hezîranê çekdaran li gundê Qitmê bombe avêtiye nav malekê û welatiya 70 salî Fatme Hesen di wê êrîşê de can daye.

Dîsa heman rojê grûpên çekdar rêbendek li ser rêya Efrînê-Çiyayê li ser rêbendê ciwanên Kurd rawestandin û piştî lêdanê pereyên wan ji wan standin.

Roja 24ê mehê, grûpeke çekdar bi ser mala welatiyê bi navê Hesen Dîko li gundê Qêsim de girt. Grûpa çekdar welatiyê navborî û hevjîna wî girêdabûn û tevahiya pereyên wan dizîn.

Milîtanên girêdayî Tirkiyeyê jî cotkar jî neçar kirine ku kîloya simaqê bi 700 lîreyên Sûrî bifiroşin, lê bihayê yek kîlo simaq di rewşa asayî de bêhtirî 1000 lîreyên Sûrî bû.

Grûpên çekdar cotkarên Efrînê agahdar kirine ku divê li hember her torek zeytûn 4000 lîreyên Sûrî wekî bac bidin wan.

Li gundên rojholatê Raco, çekdarên Feyleq el-Şam, xelkê deverê destgîr dikin û wan bi wergirtina çekan tohmetbar dikin.

Çekdara daxwaza pereyên pir dikin da ku tohmetbaran serbest berdin.

Çavkaniyên xwecihî yên ku ji çend deverên herêma Efrînê ji Rûdawê re axivî ne didin zanîn ku ji bilî ku rewşa aborî li herêmê ji bo nişteciyên resen pir xirab û dijwar bûye.

Kiryar grûpên çekdaran û talankirina xelkê herêmê bi şêweyên corbicor, rewşa wan kambaxtir kiriye.

Herwiha xelkê niştecihên Efrînê yên ku vegeriyane malên xwe neçarî fişarên giran bûne bang li civaka navdewletî dikin ku ev rewş bidawî were û rewşa Efrînê vegere aramiya berê.

Başa dön tuşu