IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Heşdê Şebî jêzê xwe li Sûriyê zêde kir

Heşda Şeibî ya Iraqê ji zêdebûna asta amadetiya hêzên xwe li ser sînorên hevpar ên bi Sûriyê re agahî da.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya El Meyadînê, Heşda Şeibî asta amadetiya hêzên xwe yên ser sînorên hevpar ên bi Sûriyê re piştî êrişa Koma Terorîst a DAIŞ`ê ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Hecîn û Sûsê li Dêrezorê li rojhilata Sûriyê zêde kir.

Ji hêla din ve hêzên Demokratîk ên Sûriyê, duh çarşemiyê ji çend mêheran ve êriş birine ser bargehên DAIŞ`ê yên li bajarê Sûsê li Dêrezora Sûriyê.

Di eynî demê de Qasim Muslih, fermandê operasyona Heşda Şeibî li parêzgeha En Enbarê pêgîrî kir: Li halekê ku şerrê giran di navbera HSD û DAIŞ`ê li Sûse û Hecînê de berdewam in, leşkerên amerîkî li dû operasyona sîxûrî û nasînê ne.

Fermandê operasyona Heşda Şeibî li parêzgeha En Enbarê, herwiha got: Eger ev agahiyana bigihîjin destê endamên DAIŞ`ê, dikarin êrişên xwe bi hêsanî dijî yekîneyên hêzên Berxwedanê cih bînin.

Başa dön tuşu