ÎranNûçeRojhilatanavin

“Taxima desthilatdar a Amerîkayê xwedan hêjatiya exlaqî û siyasî nîne“

Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Xulamelî Xweşrû got: “Cihê mixabiniyê ye ku berovajoya berxwedana hin kes ji endaman, vê konseyê rê da ye ku bi saya desteya desthilatdar a niha ya Amerîkayê bi awayekî neçê were bikaranîn û civînekê li ser miajrekê li dar bixe ku derveyî erk û pêspartiyên wê ye û bi vî awayî bêşiyaniya xwe li warê pêkanîna erkên xwe yên rasteqîn ji bo parastina aştî û ewlehiya navneteweyî nîşan bide“.

Xweşrû destnîşan kir: “Konseya Ewlehiyê divê dewsa hilkolandina mijarên navxweyî yên Îranê li bara mijarên rasteqîn ji wan dagirkirina demdirêj a welatê Filistînê ku rojeva îro ya konseyê (Rewşa Rojhilta Navînê) di rastiyê da ya wê ye, her wiha bombebarana kor û bêarmanca a Yemenê di heyama sê salên dawî da ku heta niha bi hezaran mirov hatine kuştin û birçîtî, nexweşî û wêrankirin bo xelkê Yemenê bi xwe ra aniye, civînekê li dar bixe, lê ev konse serberjêr e û nikare karê herî biçûk pêk bîne“.

Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) amaje bi dosyeya stûr a cinayet û destwerdana Amerîkayê li karên navxweyî yên Îranê ji wan darbeya dijî serokwezîrê wê demê yê Îranê di 28`ê Meha Mordada sala 1332an a Koça Tavî (1953), piştgiriya ji cinayetên rêjîma Beisa Iraqê li şerê sepandî yê heştsalî yê Iraqê li dijî Îranê û jordaxistina firokeyeka rêwîhilgir a Komara Îslamî ya Îranê bi 290 rêwiyan ji wan 66 zarokan li ser avên Kendava Farsê di Tîrmeha sala 1988an kir û ji beşdarên li vê civînê pirsî ku `Çima Konseya Ewlehiyê ya NY tu wextî li bara van cinayetan civîn li darv nexist“.

Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) amaje bi cinayetên desteya dfesthilatdar a Amerîkayê di salên bihurî da ji wan serkutkirina tevgera dagirkirina Wall Strîtê di sala 2011an da, êrîş û kuştina xwendekaran ji aliyê hêzên parêzvaniya neteweyî di deam xwenîşandana wan a aram li zanîngeha parêzgehî ya Kintê di sala 1970an û êrîşa FBI`yê li ser baregeha koma Davîdiyan li Wakoya Têgzasê di sala 1993an ku di encamê da 83 mêr û jin û zarok hatin kuştin kir û destnîşan kir ku “Nayê bîra tu kesî ku heta niha welatekî yek ji van kiryarên hovane yên desteya desthilatdar a Amerîkayê ragihandibe Konseya Ewlehiyê, çi ku li ser wê behs jî were kirin“.

Başa dön tuşu