ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Taxima parlimanî ya Îranê berê xwe da Sûriyê

Serokê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê ligel desteyeke parlimanî berê xwe da Sûriyê.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Meclisê, Elaedîn Brûcêrdî, serokê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê û taxima pêra li sefera bo Sûriyê biryar e ku digel rayedarên pilebilind ên vî welatî ji wan serokoamr, serokê parlimanê, serokwezîr û wezîrê karên deve yê Sûriyê ra li bara guhertinên navçe û Sûriyê gotûbêjê bikin.

Komara Îslamî ya Îranê û Rûsiye bi bi gotûbêjên berdewam roleke girîng li warê alûgorên meydanî yên Sûriyê û warê siyasî jibo çareserkirina qeyrana vî welatî hene.

Bi gotûbêjên berdewam ên Îran, Rûsiye û Sûriyê guhertinên vî welatî ketine qonaxeke teze.

Vê dawiyê agirbesa navbera artêşa Sûriyê û dijberên çekdar ên sûrî ji bilî komên têrorîst ên DAIŞ`ê û Feth ul Şamê (têrorîstên Cebheya Nusreya berê) û komên ser wan kete qada pratîkê, lê têrorîst bi awayekî berdewam vê agirbesê binpê dikin.

Li vî halî dijberên çekdar li Sûriyê duh anku duşemiyê qala boykotkirina gotûbêjên aştiya Sûriyê li Qezaqistanê kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu