NûçeRojhilatanavinSûriye

Taxima Sûriyê hin reform li belgeya Dî Mîstora cih anîn

Çavkaniyeke nêzîkî taxima Sûriyê li Jinêvê got: Ev taxima li bara pêvajoya muzakiran kêfxweş e û hin refrom têkildarî belgeya nunerê NY li karûbarên Sûriyê raber kirine.

Li gorî rapora kanala El-Minarê, çavkaniya hanê diyar kir: Taxima Şamê ji Îstefan Dî Mîstora, nunerê NY li karûbarên Sûriyê xwestiye ku  taxima neyaran li bara belgeya serrastkirî agehdar bike û li ser nihêrîna  wan li vê barê agehdar bibe.

Wî her wiha diyar kir: Vê dawiyê muzakirên kûr û kêrhatî navbera taxima  Sûriyê û Dî Mîstora li bara  bernama muzakiran cih hatin ku li encama wan li bara çar beşên  giring yanê terorîzm, hikûmet, qanûan bingehîn û hilbiajrtinê lihev kirin.

Çavkaniya hanê her wiha ragihand: Taxima Şamê ser vê bawerê ye ku  pêşniyara Dî Mîstora dema hat guhertin,dikare bibe mijara sereke ya jibo rêketina tev taximên dijber û dewletê.

Vê çavkaniyê got: Taxima  Sûriyê gotinên  hin grûpan xist rojevê ku axiftinên şaş ji zarê Dî Mîstora li bara  civîna muzakiran xistin rojevê ku  eva ser qazanca hitbara şandiyê navneteweyî nîne û jibo xalifandina  raya giştî jibo gihêştina  bo armanca dawiyê yanê işkesta muzakirên Jinêvê hatiye hilêxistin, bila gotinên wiha neyên hilêxistin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu