Têhran bi hêz û qawet ji rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 û piroja îcrabûna vê rêketinnamê parêzvaniyê dike
Alîkarê serokkomarê Îranê got: Têhran bi hêz û qawet ji rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 û piroja îcrabûna vê rêketinnamê parêzvaniyê dike.
Îshaq Cîhangîrî alîkarê serokkomarê Îranê li gotinên xwe yên îro duşemê li festîvala 22-an a zanista doxtoriyê li Têhranê destnîşan kir; Hindek ji welatên hêzxurt bona ku bikaribin pîşiya pêşketin û geşatiya Îranê bigrin, dixebitin manê û berbendan li ser riya îcrakirina rêketinnama navokî ya di navbera Îranê grûpa 5+1 çê bikin yan jî dixebitin wekî Amerîka soz û qirarên xwe cih neyînin.
Cîhangîrî bal kişande ser viya ku her cure derbeyek eger li vê rêketinnamê keve, Komara islamî ya Îranê dê bi hêz û qawet bersivê bide ragihand; Bercamrêketinnameyekî navnetewî ye, loma tu welat yan qudretek nikare vê rêketinnamê binpê bike.
Alîkarê serokkomarê Îranê got: Li vê dem û gava ku li cîhanê û navçê reftarên fanatîk hakim bûne, Îran gor rênimûniyên rêberê giranqedr ê inqilabê, ber bi eqlaniyet, reftarên navînrê û tenahiyê meşiyaye û îznê nade ku fanatîkên cîhanê Îranê têxin meydana tundrêtiyê.
cîhangîrî bal kişande ser viya ku pêwîste cîhan bizanibe ku Îran welatekî bi îqtedare destnîşan kir; Terseyî xebat û şerûtiyên ku li navçê çêkirine, ta ku derbê li ewlehiya Îranê xwînin, roja îro Îran navenda ewlehiya navçê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)