NûçeErebîstanÎranRojhilatanavin

Tehran: Em pêşwazî li helwesta erênî ya Riyadê dikin

Serokê Civata Stratejîk a Pêwendiyên Derve ya Îranê Kemal Herazî got: Em pêşwaziyê li daxuyaniyên rayedarên Erebistana Siûdî dikin ku destên dostaniyê dirêjî Îranê kirine. got.

Kemal Herazî yek ji şêwirmendên Ayetullah Xamineyî û Serokê Konseya Stratejiya Peywendiyên Derve di axavtina xwe ya ku ji televîzyona El Cezîre re kir mijarên di rojevê de nirxand.

Derbarê peywendiyên Îran û Erebistana Siûdî de jî Harazî got, em pêşwaziyê li daxuyaniyên rayedarên Erebistana Siûdî dikin ku destê dostaniyê dirêjî Îranê kirine. Em amade ne ku bi Erebistana Siûdî re danûstandinan bikin û têkiliyên xwe ji nû ve bidin destpêkirin. Îran û Erebistana Siûdî du welatên girîng ên herêmê ne û çareserkirina nakokiyên wan dê bibe sedema guhertinên mezin li herêmê. got.

Derbarê “Daxuyaniya Qudsê” ya ku di navbera DYA û Îsraîlê de hat îmzekirin de jî Harazî got ku wê ti encam ji vê daxuyaniyê dernekeve.

Derbarê îdiayên ku dibêjin dê li Rojhilata Navîn tifaqeke nû ya leşkerî were avakirin jî Harazî got, “Ji bo min NATO li Rojhilata Navîn fikreke rûsalî ye û Erebîstana Siûdî jî destnîşan kir ku ev yek nehatiye rojevê.” hevok bi kar anîn.

Herazî amaje bi wê yekê kir ku Amerîka ji bo vejîna rêkeftina atomî ya sala 2015an ti garantî nedaye û got: “Eger Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomê bi awayekî adilane û serbixwe tevbigeriyaya, çareserkirina kêşeyan hêsan bû.” nirxandina xwe kir.

Herazî diyar kir ku Îran ji bo diyaloga herêmî amade ye û got, “Yekane çareseriya krîzên li herêmê, avakirina foruma diyalogê ya navneteweyî ye.” Di vî warî de Qeterê pêşniyarên girîng kirin. Em amade ne ku bi beşdariya welatên girîng ên weke Erebîstana Siûdî, Tirkiye, Misir û Qeterê dest bi diyalogê bikin.” daxuyanî dan.

Kemal Herazî diyar kir ku ew ê li ser bernameya mûşekî û siyaseta herêmî ya Îranê ti hevdîtinan nekin.

Herazî bal kişand ser wê yekê ku Îran li pey çekên atomî nagere û got: “Me rêjeya xwe ya zengînkirina uranyumê ji sedî 20 bo ji sedî 60 zêde kiriye û em bi hêsanî dikarin wê bikin ji sedî 90.” daxuyanî da.

Derbarê gefên Îsraîlê de jî berpirsê Îranê got, “Em ê bersiveke tund bidin her kiryareke li dijî Îranê. Me tetbîqatên leşkerî yên berfireh ji bo hedefgirtina Îsraîlê pêk anî.” wî got.

Binerîn
Kapalı
Başa dön tuşu