ÎranNûçeRojhilatanavin

Tehranê ji ber bagerê kesek mir û bi dehan kes jî birîndar bûn

Duh bager û firtoneyek tund li bajarê Tehranê rabû.

Li gorî medyaya Îranê, ji ber bagerê kesek mir û 76 kes jî birîndar bûn ku birîna hinek ji wan giran e.

Ji ber bagerê, gelek dar û stûnên elektirîkê û tabloyên tirafîkê şikestin, rêk hatin girtin. Bager, ku lezatiya wê derdora 80 km/h dibû, bi barîna baranê xilas bû.

Başa dön tuşu