EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Li Kabilê êrîş: bêtirî 30 kesî hatin kuştin

Hat ragihandin ku êrîşek li dijî nexweşxaneyeke leşkerî li paytexta Afxanistanê pêk hatiye û di encamê de bêtirî 30 kesî hatine kuştin û bêtirî 50 kesî jî birîndar bûne.

Li gorî AFPê DAIŞê berprisyariya xwe li ser êrîşê ragihandiye.

Ji aliyê din ve, rayedaran berî wê gotibû, sê kes ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine kuştin.

Îro vê sibehê, hatibû ragihandin ku li nêzîkî nexweşxaneyeke leşkerî teqînek pêk hatiye û dûre dengê guleyan hatiye bihîstin. Wezareta Parastinê ragihand ku 4 êrîşkarên çekdar hebûn û yekî ji wan xwe li ber deriyê nexweşxaneyê teqandiye.(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu