ÎranNûçeRojhilatanavin

Têkbirina grûpeke terorîst li Selmasê

Qumandê Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî yê bajarê Selmasê li Azerbaycana Rojava li bakûra rojavaya Îranê, ji têkbirina grûpeke terorîst li vî bajarî xeber da.

Serheng Pasdar Elîriza Medenî qumandê Sipahê Pasdarên inqilaba islamî yê bajarê Selmasê li Azerbaycana Rojava li bakûra rojavaya Îranê li gotûbêja xwe ya îro pêncşemê tev ajansa nûçan a Fars News`ê bal kişande ser têkbirina grûpeke terorîste li vî bajarî û got: Vê grûpa terorîst dil hebû li nav Selmasê şerûtiyê bike.

Serheng Pasdar Elîriza Medenî bal kişande ser viya ku Sipahê Pasdaran pêş viya ku ev grûpa terorîst li nav Selmasê dest bi şerûtiyê bike, ew nas kirine û got: Paşê jî Sipahê Pasdaran ev grûpa bi tamî têk bir.

Qumandê Sipahê Pasdarên inqilaba islamî yê bajarê Selmasê bal kişande ser viya ku endamên vê grûpa terorîst pêş viya ku dest bi şerûtiyê bikin hatine naskirin got: Qet îzna tu liv û tevgerekê bi van terorîstan nehate dayîn û endamekî vê grûpa terorîst jî hate girtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu