IraqNûçeRojhilatanavin

Têkçûna êrîşa DAIŞê li ser kerkûkê ji aliyê Heşdê Şeibî û Polîsê Iraqê

Navenda ragihandinê ya Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê (Heşda Şeibî) bi daxûyaniyekê ragihand: Hêzên Heşda Şeibî û Polîsê Iraqê karîn êrîşa têrorîstên DAIŞê li ser gundên derdora Kerkûkê pûç bikin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mehr Newsê ji zarê Elxed Pressê, Têrorîstên DAIŞê sibeha îro anku Duşemê biryar dabûn ku êrîşî ser gundê Qeretepê yê ser bi bajarê Debsê li rojhilata Kerkûkê bikin ku tûşî berxwedana Hêzên Heşda Şeibî û polîsê Iraqê bûn.

Li daxûyaniya Heşda Şeibî hatiye: Herî kêm 20 DAIŞî beşdarî vê opêrasiyonê bûbûn ku tûşî bersiva hêzên Heşda Şeibî û polîsê Iraqê bûn û ziyanin giran li wan ketin.

Medyayên iraqî jî ragihandin ku komeka têrorîstên DAIŞê du kes li gundê Daqûqê li başûrê Kerkûkê revandine.Tevî ragihandina bidawîhatina leşkerî ya DAIŞê di dawiya Mijdara sala 2017an da ji aliyê Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê, çalakî û êrîşên perate yên vê koma têrorîst li hin navçeyên bakurê Iraqê ji wan kerkûk û rojhilat û derdora Bexdayê didomin.

Başa dön tuşu