CîhanErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Têkçûna komploya Emerîkayê û Erebistana siûdî li dijî Îranê li konseya Ewlehiyê

Karzanên NY li civîna konseya ewlehiyê ya vê rêxistinê îtiraf kirin ku tu çekek ji aliyê Îranê jibo grûpên yemenî nehatiye şandin.

 Li gorî rapora IRIB Newsê, li halekê ku  pêştir  Emerîka û hin welatên erebî yên navçê ji wan Erebistan, Komara Îslamî ya Îranê bi binpêkirina  biryarnama 2231`ê û şandina çekan bo Yemenê tawanbar dikirin, karzan û raporterên NY li civîna roja  çarşemiyê ya konseya ewlehiyê li raporekê ragihandin: Tu nîşanek derheq vê yekê ku gemiyên ku hatine rawestandin, çekên xwe ji Îranê wergirtine tine ye.

Çavkaniyeke agehdar li konseya Ewlehiyê ya NY diyar kir: Erebistana Siûdî ji vê raporê pir aciz bûye û hewl dide wek belgeyekê li konseya Ewlehiyê neyê weşandin.

Armanca Emerîka û Erebistanê ji hilêxistina îdiaya piştgiriya çek û sîlehî ya Îranê ji grûpên yemenî, hewldana  jibo pînekirina destdirêjiya grûpa nasiyar bi hevalbendiya erebî ser gelê mezlûm ê Yemenê ye.

Her wiha îdiaya  alîkariya çek û sîlehî ya Îranê bo hêzên artêşê û hêzên gelanî yên Yemenê li halekê tê hilêxistin ku  balefir û çekên emerîkî li tevkujiya  gelê Yemenê û kavilkirina binavahiyên vî welatî tên xebitandin û heta  piştî qewimîna  cinayetên cengê û li dijî mirovahiyê li Yemenê , firotina çekên rojava bo Erebistanê û welatên  din ên erebî zêde bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu