IraqNûçeRojhilatanavin

Têkçûna nijyara DAIŞ`ê li mêhwera rojhilata Mûsilê

Rawêjkarê ewlehîya netewî ya Iraqê ragihand ku opêrasyona azadkirina bajarê Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê 2 mehên din yê kuta be û ev bajara yê tam bê azadkirinê.

Falih Feyaz rawêjkarê ewlehîya netewî ya Iraqê îro li gotûbêja ligel ajansa nûçan a IRNA`yê, got ku pêşdaçûna 3 rojên buhurî ya hêzên iraqî li rojhilata Mûsilê û têkçûna DAIŞ`ê li vê mêhwerê ji hegerên nêzîkbûna azadkirina tam a bajarê Mûsilê ne.

Falih Feyaz her wiha got ku hêzên iraqî niha giheştine perravê rojhilata Mûsilê û perravên çemê Diclê û bi zûtirkê rojhilata Mûsilê ji lepên DAIŞ`ê bê azadkirinê.

Rawêjkarê ewlehîya netewî ya Iraqê ku serokatîya hêzên gelanî ango Heşdi Şeibî jî dike, dibêje ku beşa rojavaya Mûsilê li gorî têkçûna DAIŞ`ê û morala têkçûyî ya vê koma têrorîst, yê gellekî zû bê azadkirinê.

Hêzên seferberîya gelanî ya Iraqê ango Heşdi Şeibî roleke berbiçav li mêhwera rojavaya Mûsilê dilîzin û niha dor li bajarê istiratêjîk ê Teleferê girtine.

Televîzyona Al-Alamê jî ragihand ku hêzên hevpar ên iraqî îro taxên Somer û Sahêrûnê li Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê azad kirin.

Hêzên iraqî duh jî deverên 7`ê Avrîlê, Almalîye û Sêdîq li rojhilata Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê rizgar kirin û li gorî gotina berpirsên iraqî niha tenê hin deverên rojhilata Mûsilê di bin lepên têrorîstên DAIŞ`ê da ne.

Di vî halî da Samî Arizî fermandarê hêzên taybet ên sazîya têkoşîna dijî têrorîsmê ya Iraqê got ku hêzên iraqî li dewama opêrasyona azadkirina bajarê Mûsilê, kêm maye ku zanîngeha Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê rizgar bikin.

Dar Zêbarî endamê konseya walîtîya Nêynewayê jî ragihand ku hêzên iraqî cih û baregehên xwe li rojhilata Mûsilê şidandine û pêşdaçûna wan jî lezgîn bûye.

Sebah Neiman berdevkê hêzên sazîya têkoşîna li hemberî têrorîsmê ya Iraqê jî dibêje ku ji sedî 80 heta ji sedî 85`ê deverên rojhilata Mûsilê tam ji lepên têrorîstên DAIş`ê hatine azadkirinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu