NûçeRojhilatanavinSûriye

Ger li ser me êrîş bê kirin em ê berevaniyê ji bo hemû axa Sûriyê bikin

Beşar Ceferî di dema civîna Encûmena Asayîşa Navdewletî ya li New Yorkê de axivî û Amerîka bi dijminatiya gelê Sûriyê sûcdar kir.
Ceferî di axafrina xwe de got ku “Amerîkayê li Sûriyê 50 caran çekên kîmawî bikar aniye û hemû baregehên kîmyewî li Sûriyê armanc kirine. Herwiha çekdaran perwede dike da êrîşê Sûriyê dike. Hûn jî dizanin ku li Reqayê jî bi hezaran sivîl kuştine.”

Ceferî di dewamiya axaftina xwe de rexneyan li Brîtanya û Fransa jî kir û wan bi alîkariya terorê sûcdar kir.
Beşar Ceferî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku: Em Amerîkayê şermezar dikin divê Encûmena Asayişa Navdewletî bi erkê xwe rabe û aramiyê bîne Sûriyê. Yên dijminahiya me dikin bila li xwe binhêrin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu