IraqNûçeRojhilatanavin

Tekezkirina ser dewama rawestana li ber terorîstan li Iraqê

Yek ji fermandeyên hêzên gelanî yên Iraqê ser dewama rawestana li ber grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê heya paqijkrina navçên vî welatî ji terorîstan tekez kir.

Ebûmehdî El-Muhendis yek ji fremandeyên hêzên gelanî yên Iraqê li hevpeyvîna bi televîzyona El-Meyadîna Lubnanê ser dewama rawestana li ber grûpa terorîstî ya DAIŞê tekez kir û ragihand ku hemî armancên hêzên gelanî li opersyona azadkirina Felûceyê li parêzgeha Enbarê li rojava Iraqê cih hatiye.

Ebûmehdî El-Muhendis berpirsiyariya azadkirina bajarê Felûceyê ser milê hêzên artşê û hêzên ewlehiye Iarqê da zanîn û tekez kir ku ji opersyona azadkirina navenda bajêr ku ji 100 km î pirtir nîne tiştek nemaye.

Besîca gelanî ya Iraqê nasiyar bi Heşdê Şebî roja yekşemiyê ragihand ku bi kutabûna qonaxa dudiyan a azadkirina bajarê Felûceyê, erka wan li opersyona azadkirina vî bajarî bi dawî hatiye û artêşa Iarqê dê dewama opersyonê bigre istûyê xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu