ÎranNûçeRojhilatanavin

Ehmed Riza Pûrdestan: Hêzên çekdar ên Îranê lêzanînên baş hene û hemî liv û tevger li nav û li dervey sînoran tên şopandin

Serokê navenda lêkolînên stratejîk ên artêşa Komara Îslamî ya Îranê got ku doktorîna hêzên çekdar ên Îranê, berevanî ye lê bona berevaniya ji welêt û nirxên nizamê, ji bo rawestana li ber her gefekê tam, amade ne.

 Li gorî rapora IRNA`yê, emîr sertîp Ehmedriza Pûrdestan roja îniyê li Meşhedê li bakurê rojhilata Îranê got: Hêzên çekdar ên Îranê lêzanînên baş hene û hemî liv û tevger li nav û li dervey sînoran tên şopandin.

Serokê navenda lêkolînên  stratejîk ên  artêşa Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: îro bi bereketa hebûna  zaniyarên ciwan, kelûmelên  berevaniyê yên pêdivî li Îranê li nav welêt tên berhemanîn û hêzên  çekdar bihêztir ji hemîşe   ji bo berevaniya  nizam û Îslamê rawestane.

Emîr sertîp Ehmedriza Pûrdestan her wiha got: dinyaya îstikbarê , bi taybet Emerîka li 40 salên buhurî ji bo jinavbirina  nizama Komara Îslamî ya Îranê û inqilaba Îslamî ya Îranê  şêwazên curbicur  yên mîna boykotên  aborî û şerê sepandî cih anî lê bi îsargerî, sebr  û  wilayetheziya  gelê Îranê, rastî işkestê hat.

Wî destnîşan kir: Dilgiraniya  sereke ya Emerîkayê eva bû ku inqilaba Îslamî ya  Îranê edebiyateke  nû mîna  istiqlal, azadî,  nefya serdestiyê û welayetmedarî tev xwe aniye  û ev edebiyata  bandor ser welatên  navçê kiriye.

Başa dön tuşu