ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Mersima Rijeya hêzên çekdar ên Îranê bi munasibeta heftiya berevaniya pîroz

Hevgavê yekim roja Heftiya Parastina Pîroz mersima Rijeya hêzên çekdar li kêleka tirba paqij a hezretê Îmam Xumeynî (Rehmeta Xwedê lê be) li Têhranê û seranserê Îranê hat birêvebirin.

 Mersima Rijeya hêzên çekdar li Têhranê bi beşdariya fermandeyên pilebilind  ên eskerî ji wan serokê erkantiya  giştî ya hêzên çekdar, fermandê giştî yê artêşê, cîgirê fermandê giştî yê Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê hat lidarxistin.

Ji ber sefera serokê Komara Îslamî ya Îranê ya New York`ê jibo beşdariya  li 71-mîn civîna  Civata Giştî ya NY serleşker Mihemed Hisên  Baqirî serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ê Îranê li mersimê axivî.

Li merasima Rijeya hêzên çekdar li Têhranê beşek ji  cebilxanên eskerî û berevaniyê yên Îranê hatin nimandinê û yekîneyên nimûne mersima Rijeyê pêk anîn.

Îro 21`ê Îlonê salvegera destpêbûna şerê sepandî yê heştsalî yê Rejîma Beisa Iraqê (Bi serkirdetiya dîktatorê îdambûyî yê Iraq, Sedam) dijî Komara Îslamî ya  Îranê û destpêbûna  Heftiya Parastina Pîroz e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu