ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Tekîda Moftiyê Sûriyê ser rola erênî yê Îranê li serketinên Sûriyê

Muftiyê Sûriyê duh îniyê ragihand:Nexş û rola Îranê bona alîkarîdayîna bi gelê Sûriyê erênî ye.

Li gor rapora telivîzyona Al-Alamê, Şêx Ehmed Bedredîn Hesûn muftiyê Sûriyê li gotinên xwe yên duh îniyê li mizgefta El-Rûze li bajarê Helebê bal kişande ser rola girînge Îranê li serketinên gelê Sûriyê li hemberî terorîstan got: Lê hinek kes jî hene ku roja îro bi navê îslamê şer dikin lê ewna ji îslamê qet nizanin .

Hesûn li bara şerê filistîniyan jî got: Hedefa ji şerê filistîniyan şerê tev cihûyan nîne belkî gelê Filistînê bona hilgirtina axa xwe ji destê siyonîstan şer dikin.

Wî li bara reftara rojava li hemberî kirîza Sûriyê jî got: Agirbesa nav Sûriyê li sê navçan birêdikeve û ew jî ser daxwaza van welatan û piştî ku artêşa Sûriyê gihêştine sînorên Iraq û Urdinê.

Hesûn ji kesên ku ji Helebê çûne jî xwest ku çek û sîlahên xwe dayînin erdê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu