IraqNûçeRojhilatanavin

Tekîda nûnerê Sîstanî ser pêwîstiya sizadana kesên ku li nav Iraqê gendeliyê dikin

Li gor rapora IRIB News`ê, şêx Ehmed Safî nûnerê Ayetullah sey Sîstanî ji merceyên derecebilin ên şîeyên Iraqê ku seredana Keradeya Bexdayê ku kiryara terorîstî ya vê dûmahîkê li wê derê cih hatibû kir û li nav koma xelkê got: Ji dewleta Iraqê tê xwestin ku sebebkarên van kiryarên terorîstî û piştevanên terorîstan bidin nasandinê û herwisa siza bikin.

Şêx Ehmed Safî got: Her niha pêwîst e ku dewlet bersivê ji wan kesan bixwaze ku qusûriya wan bûye sebeba destpêbûna van cure kiryarên terorîstî û kesên ku li nav sîstema îdarî ya Iraqê gendeliyê dikin jî bidin nasandinê û komîtên lêkolîna ser van kesan pêk bîne.

Şêx Ehmed Safî ji gendeliyê wekî nexweşiyek nav bir ku bûye sebeb roja îro alozî dinav vî welatî da çê bibe.

Nûnerê Ayetullah seyid Elî Sîstanî ji merceyên derecebilin ên şîeyên Iraqê herwisa ji vê yekê ku saziyên ewlehiya vî welatî dijî gendeliyê naxebitin jî rexne kir daxwaza pêygîriya dosiya kesên gendel kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu