ÎranNûçeRojhilatanavin

Dewrana Berevanîya Pîroz darayî û heyîtîya gelê Îranê ye

Hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê qedirgiran ê Înqilaba Îslamî ya Îranê, dewrana heşt salên Berevanîya Pîroz yek ji heyîtîyên çandî yên resen û binirx ên Îranê da zanîn.

Rêberê qedirgiran ê Înqilaba Îslamî ya Îranê vê sibê li hevdîtina ligel karkêrên Karwanên Rahîyanê Nûrê (Rêwiyên Ronahiyê) û hejmareke serdar û têkoşerên dewrana Berevanîya Pîroz (8 salên êrişa rêjîma Beis a Iraqê ser Îranê), bi pêgîriya ser vîya ku karwanên Rahîyanê Nûrê, insîyatîfeke mezin û girîng û têknolojîyeke nû jibo sûdwergirtina ji heyîtî û xizîna zêrîn a Berevanîya Pîroz e û got: Tenha rêya sekinîna li hemberî pîlanên çandî yên xêrnexwazan, berhemanîna çandî û sûdwergirtina ji darayîya dewlemend û serekanîya bihêz a dewrana Berevanîya Pîroz di hemî waran da ye.

Rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî, seredana karwanên Rahîyanê Nûrê (karwanên ku diçin serdana meydanên cengê yên şerê 8 salan ê sepandî yê Iraqê ser Îranê) rêbazek jibo ku nirx û dersên dewrana Berevanîya Pîroz neyên jibîrkirinê da zanîn û got: Jibo pêşketin û geşatîya her karekî divê ew bi awayekî berdewam bê parastinê ta ku ew pêngav û kara ji rêya sereke nexalife.

Hezretê ayetulah uzma Xaminêyî herwiha got: Bawerîya li berxwedana li hemberî zorbêjan û herwiha bawerîya li vê yekê ku “ heke em li ber xwe bidin bê guman em ê li hemberî dijmin ser bikevin“ ji darayî û nirxên çandî yên din ên gelê Îranê ne.

Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî li bara şerê sepandî yê rêjîma Beis a Sedam ser Îranê da bal kişand ser xaleke kilîdî û girîng û got: Hesta lawazîyê yê bibe sedema handana dijmin jibo êrişkirinê, lewma jibo ku dijmin êriş neke, divê hesta lawazîyê neyê nîşandanê û divê em xalên bihêzîyê yê xwe ku zef in, aşkira bikin.

Rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî ya Îranê herwiha bal kişand ser pîlana dijminan jibo guhertina nifşa ciwan ji nifşeke evîndarê inqilabê û îmam Xumêynî  rehmeta Xwedê lê be û nirxan ser nifşeke girêdayîyê çanda rojavayî û pêkutî kir: Pîlanên çandî ji komployên ewlehîyê û heta ji gefên leşkerî bitalûketir in, ji ber ku hereketa leşkerî ya dijmin, gel hevgirtîtir û qahîmtir dike lê, êrişa çandî vîyanan lawaz dike û nifşa ciwan ji destê gel û welêt distîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu