NûçeFilistînRojhilatanavin

Têkoşerên filistînî ji dezgehên emnî yên Israyîlê ra bûne pirsgirêkek

Rojnameyeke israyîlî dinivîse ku êrişkerên tenê yên filistînî, bi giştî bi çekê êriş nakin wek mînak bi kêrê êrişê dikin û piranî jî planek ji bo revê tinene. Ew dikarin kêra mitbexê yan maşîna xwe wek çek bi kar bînin.

Rojnama Yediot Aharonot a Israyîlê di nivîsara bi navê “çoma dezgehên emnî yên Israyîlê himberî êrişên êrişkerên tenê tûşî pirsgirêkê dibin?“da wiha nivîsîye: Êrişên êrişkerên tenê anegorî êrişên ku rêxistinek piştgirîyê dide wan, siviktir in.

Lê zincîre-êrişên têkoşerên filistînî ku di mehên vê dawîyê da bi tena serê xwe êrişî hêzên israyîlî kirine û mînaka herî dawîyê jî êrişa di vê hefteyê da li herêma pîşeyî ya Aryêlê li rexê rojavaya çemê Urdinê pêk hat, selimandin ku ew êrişana dikarin heta çi radeyekê ji bo israyîlîyan bitaluke bin.

Yediot Aharonot di dewamê da dinîvîse ku dezgehên emnî yên Israyîlê diqewime ku di warê şopandina êrişkeran da kara bin lê, ew nizanin û nikarin bizanin ka çi di hişê têkoşer ê ciwanên filistînî da derbas dibe ku serê sibê ku ji xwewê şîyar dibe, biryarê dide ku tena serê xwe biryarê dide operasyonekê dijî israyîlîyan li dar bixe û di vê qonaxê da jî serketin an têkçûna wan têkoşerana maye ser leza wan. Ev mijara sade nika veguherîye pirsgirêkeke mezin ji bo rêxistin û dezgehên emnî yên Israyîlê.

Başa dön tuşu