ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Telavîv û Riyad bi dizî hevdîtinan dikin

Wezîrê Enerjî yê Îsraîlê Yuval Steinitz di axaftina xwe ya radyoyê artêşa Îsraîlê de sedema hevdîtinên dizî yên navbera herdu welatan eşkere kir û got: “Bi gelek welatên misilman û yên ereb re hevdîtinên me yên veşartî hene. Ew dixwazin ev têkilî veşartî bimînin. Ji bo me ti pirsgirêk tuneye, lê yên beramberî me vê dixwazin û em jî rêzê nîşanî vê helwesta wan didin.”

Yuval Steinitz di berdewamiya axaftina xwe de got: “Têkiliya dîplomatîk a welatê me bi Erebîstana Siûdî re tuneye, em herdu welat jî di mijara Îranê de bi endîşe ne, lewma em vê têkiliyê bi veşartî pêk tînin.”

Sererkanê Giştî yê Îsraîlê Gadî Eisenkot jî hefteya borî hevpeyvînek dabû rojnameya Îlaf a Erebîstana Siûdî û gotibû: “Em amade li hemberî Îranê pisporî û îstîxbarata xwe bi Erebîstana Siûdî û hinek welatên ereb re parve bikin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu