IraqNûçeRojhilatanavin

Televizyona dewletê ya Iraqê ragihand ku DEAŞ têk çû

Televizyona dewletê ya Iraqê ragihand DEAŞa rêxistina terorî têk çû.

Di nûçeya televizyona dewletê ya Iraqê da wiha hat gotin: “Li Iraqê dewleta xurafeyan (derew û xeyalan) têk çû.”

Hatibû ragihandin hêzên Iraqê ketine Mizgefta Nûrê ya Mezin a li Mûsilê ku di sala 2014an da Ebûbekir Bexdadiyê serekê DEAŞê lê xilafet îlan kiribû.

DEAŞa rêxistina terorî 21ê Hezîranê Mizgefta Nûrê ya Mezin û Minareya Hedbayê teqandibûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu