LubnanNûçeRojhilatanavin

Teqezkirina wezîrê karên derve yê Lubnanê ser beşdariya Hizbullahê li dewleta nû ya Lubnanê

Wezîrê karên derve yê Lubnanê ser beşdariya Hizbullahê li dewleta nû ya vî welatî teqez kir û got: Boykotên vê dawiyê yên Emerîkayê li dijî Hizbullahê dê ser çawaniya avakirina dewleta nû ya Lubnanê bandorê neke.

 Li gorî rapora Fars Newsê, Cebran Basîl, wezîrê karên derve yê Lubnanê roja yekşemiyê li gotûbêja  bi rojnama  El-Exbarê got: Kiryarên  vê dawiyê yên Emerîkayê li dijî Hizbullahê ku bi  armanca  girtina pêşiya  beşdariya wê nava  dewletê an bandora ser avakirina dewletê, karekî nerast e ji ber ku  divê Hizbullah li dewleta nû de beşdarî hebe.

Emerîkayê 16 Gulana 2018` an hin boykotên nû li dijî endamên  pilebilind ên  Hizbullaha Lubnanê ji wan seyd Hesen Nesrullah, sekreterê giştî û şêx Neîm Qasim, alîkarê wî cih anî.

Cebran Basîl destnîşan kir ji sala 2005` an  hin welat li dû armancên mîna  guhertina  muadileyên  derve yên Lubnanê ne ku bandorê ser  Lubnanê jî daynin lê divê bizanin ku ev armanca hema xewn û xeyal in.

Wezîrê karên derve yê  Lubnanê teqez kir ku şepirzetiyeke siyasî ya eşkere li dewleta Niha ya Emerîkayê tê dîtin lê Emerîka divê bizabine ku her şerê ku li navçeyê destpê dibe, dê li pir deran berfireh bibe.

Cebran Basîl li bara hilbijartinên parlemanî yên Lubnanê jî got: Dewleta Lubnanê û Hizbullah li bara meselên têkildar rewşa biyanî bi hev re li hev kirine lê li bara mijarên navxweyî hin  bêtifaqî hene ku bi hewldana  hepar û li çarçoveya  berjewendiyên  welatê hanê dê pirsgirêk bên çareserkirin.

Başa dön tuşu