IraqNûçeRojhilatanavin

Teqîna bombeyê li bakurê Iraqê

Li encama êrişa teqînê li bajarê Kerkûkê 5 kes hatin kuştin an birîndar bûn.

 Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRIB News`ê, Li encama teqîna  bombeyekê li ber mizgevtekê li bajarê Kerkûkê li bakurê Iraqê kesek hat kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.

Tê gotin ku sebebkarê teqînê dema ku zêrevanên mizgevtê ew binçav kirin kemberê xwe yê teqînê teqand.

Heya niha tu komekê berpirsiayriya êrişa hanê negirtiye istûyê xwe.

Her wiha hêzên ewlehiyê yên Iraqê sebebkarekî teqînê dema êrişa ser Huseyniyê li navenda  Kerkûkê girtin û êlega teqînê ya wî ji kar xistin.

Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iarqê ji havîna  sala 2014`an  bajarê Nifzê yê Kerkûkê li bakurê Iraqê xistine bin kontrola xwe. Qewm û firqeyên  curbicur ên kurd, ereb û tirkmen li kêleka misilmanên sune, şîe û xiristiyanî li bajarê Kerkûkê dijîn.

Başa dön tuşu