Teqîna sê bombeyan li paytexta Iraqê
Li encama teqîna sê bombeyan li paytexta Iraqê 2 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya malpera El-Someriye News`ê, li encama teqîna bombeyekê li navça Taciyê li bakurê Bexdayê 2 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.
Li gorî vê raporê her wiha du teqîn li başûrê Bexdayê qewimîn ku li encama wan 5 iraqî birîndar bûn.
Hîn tu kes an grûpekê berpirsiyariya van teqînan negirtiye istûyê xwe .
Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li mehên buhurî jibo cebirandina işkestên xwe li Mûsilê êrişên xwe yên teqînê li hin bajarên Iraqê ji wan li Bexdayê girantir kiriye.
Di eynî demê de artêş û hêzên gelanî yên Iraqê çend gundên din li Mûsilê navenda parzêgeha Neynewayê ji destê DAIŞ`ê azad kirin.
Hêzên iraqî her wiha karîn êrişa DAIŞ`ê ser rojava Mûsilê bêencam bikin.
Li encama vê êrişê da bi dehan kes ji endamên tekfîrî hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.
Li parêzgeha Kerkûkê li bakurê Iraqê jî ji ber dewama êrişên hewayî ser meqerên DAIŞ`ê herîkêm 10 kes ji endamên DAIŞ`ê hatin kuştin (BANGÊ ÎSLÂMİ).