Teqîna terorîstî li paytexta Iraqê
Li encama teqîna treorîstî li rojhilata Bexdayê paytexta Iraqê hejmarek hatin kuştin an birîndar bûn.
Li gorî rapora IRIB newsê, sertîp Sed Meên berdevkê fermandehiya operasyona Bexdayê ragihand ku sêşemiyê şevê li encama teqîna trimbêla bombekirî li navça El-Emîn El-Saniyê li rojhilata Bexdayê çend welatiyên iraqî hatin kuştin an birîndar bûne.
Ji aliyê din ve Raid Cewdet fermandê polîsê federal ê Iraqê got ku piştî operasyona azadkirina Mûsilê hêzên polîsê federal li başûrê vî bajarî bi hevdengiya balefirên cengê yên artêşê, veşartgehên DAIŞê li gundê El-Bûsîfê li başûrê Mûsilê kirine hedef ku li encama wê operasyonê 40 terorîstên DAIŞê ji wan Ehmed Hafiz ji serkirdeyên terorîstan hatin kuştin.
Piştî paqijkirina zêde ji 180 navçên mêhwerên bakur, başûr, rojhilat û rojava Mûsilê beşên berfireh ên parêzgeha Neynewayê ji aliyê hêzên iraqî ve hatine azadkirin.
Eva li halekê ye ku hêzên besîca gelanî paqijkirina bi sedan km çarkunc û dorpêçkirina balefirgeha Tileferê li mêhwera rojava bi dawî anîn. Hêzên hevpar ên iarqî jî bipêşdeçûnên xwe li perava rojhilata çemê Dîcleyê hevgavê operasyona paqijkirina navçên azadbûyî ên vê mêhwerê didomînin.
Hêzên iraqî ji wan hêzên artêşê, polîsê federal û xwebexş ên gelanî û pêşmerge ji destpêbûna operasyona azadkirina Mûsilê heya niha bi sedan km3 û bi dehan gund ji lepên terorîstên DAIŞê azad kirin û li navenda vî welatî nêzîk bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)