AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Serokkomarên Îran û Ermenistanê ser berfirehkirina peywendiyan sekinîn

Serokkomarên Îran û Ermenistanê li bara peywendiyên du welatan û meselên navçeyî û navneteweyî şêwirîn.

 Li gorî rapora malpera ragihandinê ya serokkomariyê,  Hesen Rûhanî serokkomarê Îranê û Serj Serkîsyan serokkomarê Ermenistanê li daxûyaniya ku roja çarşemiyê li Rewanê hat weşandin kêfxweşiya xwe li bara asta bilind a peywendiyên  du welatan nîşan dan  û gotin ku micid in têkiliyên xwe berfirehtir bikin.

Li hevdîtina îro ya  Rûhanî û Serkîsyan  her du alî ser giringiya xebata komîsyona hevpar a hevkariyên aborî navbera Îran û Ermenistanê û hevhatinên ku li Kanûna sala 2015an li Ermenistanê û Kanûna 2016an  li Têhranê cih hatiye û ser pêwîstiya  cihanîna  van  hevhatinan tekez kirin.

Serokkomarê Îran û Ermenistanê belgeyên hevkariyê yên îmzebûyî bi armanca cihhatina hevkariyan li warên  jordebirina danûstandinên ticarî û berfirehkirina  binavahiyan, enerjiyê, veguhestin, muxabirat û peywendiyê, pêşe û her wiha  warên dine aborî û jordebirina  asta wê giring nirxandin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê  got ku damezrandina  aşitiya mayînde, istiqrar û ewlehiyê li navçê û xurtkirina  wê li pêşerojê cih were û jibo  çareserkirina  bi aşitî ya munaqişên  navçeyî hevceyî bi hevkariyên berfireh heye.

Serkîsyan û Rûhanî her wiha  ser pêwîstiya  damezrandina  bi zûtirkê ya  aşitî û istiqrarê û girtina pêşiya pirsghirêkên însanî û awaretiya  zêdetir li Sûriyê û rawestana li ber tund û tûjî û şîdetê tekez kirin.

Hevdîtin û gotûbêja  tev Karên Karapêtyan serokwezîrê Ermenistanê ji bernameyên din ên  sefera îro ya Rûhanî bo Rewanê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu