IraqNûçeRojhilatanavin

Teqîna terorîstî li paytexta Iraqê

Li encama teqîna treorîstî li rojhilata Bexdayê paytexta Iraqê hejmarek hatin kuştin an birîndar bûn.

 Li gorî rapora IRIB newsê, sertîp Sed Meên berdevkê fermandehiya operasyona  Bexdayê ragihand ku  sêşemiyê şevê li encama teqîna  trimbêla bombekirî li navça  El-Emîn  El-Saniyê li rojhilata Bexdayê çend welatiyên iraqî hatin kuştin an birîndar bûne.

Ji aliyê din ve Raid Cewdet fermandê polîsê federal ê Iraqê got  ku piştî operasyona azadkirina  Mûsilê hêzên polîsê federal li başûrê vî bajarî bi hevdengiya  balefirên  cengê yên artêşê, veşartgehên  DAIŞê li gundê El-Bûsîfê li başûrê Mûsilê kirine hedef ku li encama wê operasyonê 40 terorîstên DAIŞê ji wan Ehmed Hafiz ji serkirdeyên  terorîstan hatin kuştin.

Piştî paqijkirina zêde ji 180 navçên  mêhwerên  bakur, başûr, rojhilat û rojava Mûsilê beşên berfireh  ên parêzgeha Neynewayê ji aliyê hêzên iraqî ve hatine azadkirin.

Eva li halekê ye ku  hêzên besîca  gelanî paqijkirina  bi sedan km çarkunc û dorpêçkirina  balefirgeha Tileferê li mêhwera rojava  bi dawî anîn. Hêzên  hevpar ên iarqî jî bipêşdeçûnên xwe li perava rojhilata  çemê Dîcleyê hevgavê operasyona paqijkirina  navçên azadbûyî ên vê mêhwerê didomînin.

Hêzên iraqî ji wan hêzên artêşê, polîsê federal û xwebexş ên gelanî û pêşmerge ji destpêbûna  operasyona  azadkirina Mûsilê heya niha bi sedan km3 û bi dehan gund ji lepên terorîstên DAIŞê azad kirin û li navenda vî welatî nêzîk bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu