IraqNûçeRojhilatanavin

Teqîna têrorîstî li Remadiya Iraqê

Ji ber êrîşa têrorîstî li parêzgeha Enbara Iraqê çekdarek hat kuştin û welatiyek jî birîndar bûn.

Li gorî rapora malpera Shafagh News`ê, Seid Me`en berdevkê wezareta karên hundir a Iraqê îro anku sêşemiyê got: Xwekujê têrorîst kembera xwe li rawestgeha lêgherînê ya bajarê Remadiya navenda parêzgeha Enbarê li rojavaya Iraqê teqand.

Çned êrîşên têrorîstî jî duh anku duşemiyê li riya Bexda-Samerayê qewimîn ku ev cade nearam kirin. Li van êrîşan herîkêm 64 welatiyên sivîl hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Tê gotin ku tundî  û giraniya êrîşên terorîstî li Bexda û naçeyên bakurê paytextê ji ber têkçûnên DAIŞ`ê li şerê parêzgeha Nêynewayê li bakurê Iraqê ye.

Şerê azadkirina Mûsila navbenda parêzgeha Nêynewayê li bakurê Iraqê ji berbanga 17`ê Cotmeha 2016`an va dest pê bûye (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu