NûçeRojhilatanavinSûriye

Teqîna têrorîstî li rojavaya Sûriyê

Ji ber teqîna têrorîstî li parêzgeha Hemahê li rojavaya Sûriyê, hejmareke welatiyên sûrî hatin kuştin an birîndarc bûn.

Li gorî salixdanan IRNA`yê, îro anku pêncşemiyê, têrorîstekî dema ku li rawestgeha lêgerînê hat sekinandin, kembera xwe ya bi teqemenî li cihê têketina têrmînala rojavaya bajarê Hemahê teqand.

Kanala El Exbariyê ya Sûriyê ragihand: “Li vê teqînê du jin hatine kuştin û 9 welatiyên din jî birîndar bûne“.

Ji ber vê teqînên gellek ziyanên malî jî pêk hatin.

Heta niha tu komekê berpirsiyariya vê teqînê negirtiye ustiyê xwe.

Roja yekşemiyê jî ji ber qewimîna teqîneke têrorîstî li Meydana El Tehrîra Şama paytexta Sûriyê, 15 kes hatin kuştin û zêde ji 20 kes birîndar bûn.

Li vî halî wezareta karên hundir a Sûriyê ragihand ku “hêêzn ewlehiyê yên Sûriyê wê hemî hewila xwe ji bo şopandina têrorîstên tekfîrî ku gefê li canê xelkê Sûriyê dixwen, bi kar tînin“.

Başa dön tuşu